Behsa têkiliyên navbera xelkê Kurdistanê û şêniyên başûrê Îraqê hate kirin.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgarê parêzgeha Dîwaniye Zehîr Elşelan kir.
Di civînê de rewşa siyasiya Îraqê û rewşa jiyanê xelkê bi taybetê şêniyên parêzgehên başûrê Îraqê hate nîqaşkirin û tekez li ser têkiliyên dîrokî yên di navbera xelkê Kurdistanê û şêniyên başûrê Îraqê hate kirin.
Parêzgarê Dîwaniyeyê rêzdariya xwe ya li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û daxwaz kir ku Parêzgeha Dîwaniyeyê fêde ji ezmûna Kurdistanê were bigire.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin