Li berdem navena NY xwepîşandan kirin.
Îro hijmareke zêde ya Penaberên Rojhilatê Kurdistanê yên ku ev demeke dirêje li başûrê Kurdistanê bicîh bûne, li berdem navenda serekî ya nuneratiya Netewên Yekgirtî li Hewlêrê xwepîşandanek lidar xistin.
Penaberên Rojhilatî di xwepîşandana xwe de daxwaz ji NY kirin daku daxwazên wan yên ku ev bi dehan sale pêşkêş kirine, cîhbicîh bike.
Ev Xwepîşanderên han herwiha daxwaz kirine daku di nava 3 heta 6 mehan de daxwazên wan werin cîhbicîhkirin û weke penaberên siyasî bo welatên sêyem werin şandin.
Weke tê zanîn beriya sê rojan jî Penaberekî Rojhilatê Kurdistanê li berdem nuneratiya NY bo protesto kirina NY agir li laşê xwe berdabû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin