Blinken û Lavrov ser hevkariya Amerîka û Rûsya diaxifin

duhê wezîrên derve yên her du aliyan civiyane.
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov roja Çarşemê li Reykjavik ya Îzlanda civiyan.

Her du wezîran berî hevdîtinê ji rojnamevanan re dan zanîn ku Washington û Moskow cudabîr in, lê divê ew bo hin mijaran bi hev re bixebitin.

Blinken diyar kir ku cudabîrîya Washington û Moskowê ne ‘’sireke veşartî’’ ye, got ewê bersîva çalakîyên Rûsya yên êrîşkar bidin û da zanîn ku ger serokên her du dewletan bi hev re bixebitin ewê cîhan cîhekî ewletir be.

Ew civîna Blinken û Lavrov, hevdîtina pêşî ya payabilind ya rêvebirîya Serok Joe Biden û Kremlînê ye.

Biden di meha Adarê de ser hevtayê xwe yê Rûs Vladimir Putin gotibû ku ‘’kujer’’ e û girjiya di navbera Amerîka û Rûsya de gurtir bûbû.

Moskowê balyozê xwe yê li Amerîka bo danûstandinê vexwendibû û ew hîn venegerîye Washingtonê.

Lavrov diyar kir ku ew hazir in ku kêşeyên ji rêvebirîya berê ya Amerîka mane çareser bikin.

Blinken jî da zanîn ku her du dewlet dikarin bo têkbirina vîrusa korona, têkoşîna dijî guherîna îqlimê, rawestandina bernameya navokî ya Îran û Koreya Bakur û şerê li Afganistanê, bi hev re bixebitin.

Wî diyar kir ku ew hevkarî dê karibe bo Amerîkiyan û Rûsyan û welatiyên din yên cîhanê rewişeke rindtir çêke.

Ji voayê hatiye wergirtin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.