Grubeke çekdar a ser bi Tirkiyê dest danî ser 15 hezar darên zeytûnan

prosesa talankirinê li Efrînê berdewame.
کوردستان TV
100%

 

Grubeke çekdar a ser bi Tirkiyê ve dest danîn ser 15 hezar darên zeytûnan ên cotkarên gundekî Efrînê.

Li gor nûçeyeke basnewsê Rêxistina Mafên Mirovanê li Efrînê di raportekê de belav kir, çekdarên gruba çekdar a bi navê Semerqend li gundê Kefir Sefrê yê li navçeya Cindirêsê dest danîn ser 15 hezar darên zeytûnan cotkarên gund.

Berî hefteyekê jî çekdarên wê gruba ser bi Tirkiyê ve 3 hezar û 500 darên zeytûnê yên xelkê gundê Kefir Sefrê desteser kiribûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grubên çekdar ve di Adara 2018an de, li gor zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, grubên çekdaran ji bilî destdanîna li ser bi sedhezaran darên zeytûnan, zêdetir ji 625 hezar darên zeytûnan birîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.