Jeanine Hennis-Plasschaert: Yekrêzbûn we bihêztir dike

di konferansa zanîngeha Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir.
کوردستان TV
100%

 

Dibêje pêdiviya we bi yekrêziyê heye.

Nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî li Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert ku di konferansa yekrêziya siyasî ya aliyên Kurdistanî ya bo destûrê, de beşdare, gotarek pêşkêş kir û balkêşande ser girîngiya yekrêziya navbera part û aliyên siyasî yên Kurdistanê.

Jeanine Hennis-Plasschaert di gotara xwe de diyar kir ku niha gelek pêdiviya we bi yekrêzî û yekdengiyê heye, jiber ku yekrêziya we vê we û Kurdistanê bihêztir bike.

Nav hatî diyar kir ku Kurdistan gelek qurbanî daye heta ku gehêştiye qonaxa îro, lewre lazime bo parastina destkeftên heyî, yekrêz û yekdeng bin, azadî û maf li ti cîhekê bi asanî nayên bidestxistin û hun jî tenê bi yekrêziyê dikarin maf û azadiyên xwe bidest bixin.

Tekez li ser vê yekê jî kir ku yekrêziya we dibe sedema bihêztir kirina Kurdistanê, çi li ser asta navxweyî û çi jî li ser asta cîhanî.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.