Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Amerîkayê kirin.
Êwara îro 16ê Gulana 2021an Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke Amerîkî kirk u ji her yek ji alîkarê wezîrê derve yê bo karûbarên Rojhilata nêz Joy Hood, alîkara nunerê taybetî yê Amerîkayê yê bo Sûriyeyê Aimee Cuatrona û Birêvebera karûbarên Îraq û Sûriyeyê di nava civata asayîşa nîştimaniya Amerîkayê de Zehra bell kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Rob Waller jî têde beşdar bû, têkiliyên navbera Îraq û herêma Kurdistanê yên li gel Amerîkayê, rewşa Îraq û herêma Kurdistanê bi giştî, têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên pêş yên Îraqê, liv û tevger û metirsiyên DIŞIê, erkê hevpeymaniya cîhanî li Îraq û çend babetên din hatin mirxandin.
Her du alî li ser vê yekê ku DIŞI metirsiyeke rasteqîne û gef li aramiya Îraq û deverê dike û bo rûbirû bûn û nehêştina hertimiya DIŞIê Îraq û Kurdistanê pêdiviya xwe bi piştîvaniya berdewam ya hevpeymaniya cîhanî heye, hem fikir bûn.
Rewşa Sûriye û pêşbîniyên bo pêşeroja vê welatî mijareke din ya civînê bû û şanda mêwan ev yek diyar kirk u Amerîka jiber rûbirû bûna teror û tundûtîjiyê berdewam dibe li ser hevkarî kirina hevpeymanên xwe li deverê û giftûgoya navbera aliyên Kurdî li Sûriyeyê jî bi girîng hate wesifkirin û hêviya vê yekê hate xwestin ku kêşeyên heyî werin çareser kirin û bigehêjin rêkeftinê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin