Jiber beşdarî kirin di çalakiyên roja cîhaniya karkeran de hatine girtin.
Li gor zaniyariyên berdest, îro yekşem dadgeha Îranê ya li bajarê Seqizê ya li Rojhilatê Kurdistanê, du çalakvanên Kurd bi girtîgehê mehkûm kiriye.
Li gor zaniyariyên berdest, ev her du çalakvanên Kurd ku di warê parastina mafên karkeran de kar dikin navên wan Mehmûd Salihî û Osman Îsmaîliye û jiber beşdarî kirin di çalakiyên roja cîhaniya karkeran de ji aliyê dadgeha Îranê ve bi cezaya girtinê hatine mehkûmkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin