Prosesa tomar kirina navan destpê kiriye.
Piştî belav bûna nûçeyên ku qaşo wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf jî xwe bo posta Serokkomariya Îranê berbijêr kiriye, Zerîf bersifa wan nûçeyan da.
Cewad Zerîf diyar kiriye ku min xwe berbijêr nekiriye û nûçeyên wisa jî dûrin ji rastî.
Ji aliyeke din ve Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî navê xwe tomar kir lê alozî derketin û civata diyar kirina berejwendiyên rejîmê jî diyar kiriye ku evin beriya niha berbijêriya wan hatiye redkirin bila ne xwe û ne jî me newestînin jiber ku berbijêriya wan nayê pejrandin.
Ehmedînejad jî gef li civata diyarkirina berejwendiyên rejîmê kiriye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin