Amerîk û Hindistan di rêza yekem dene.
Li gor raporta dawî ya zanîngeha Johns Hopkinsê ya taybet bi Koronayê, heta niha Korona leza xwe ya belav bûnê li cîhanê didomine.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 160 miliyon û 46 hezar û 937 kes bi Koronayê ketine.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku Amerîka yekem, Hindistan duyem û Brazîlya jî di warê tomar kirina hijmara herî zêde ya berketiyan di rêzên yekem yên cîhanê dene.
Herwiha hatiye diyarkirin ku heta niha li cîhanê 3 miliyon û 300 hezar kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin