Dibêje lazime aloziyên heyî werin rawestandin.
Komîteya taybet ya aştiyê ya bo Felestîn û Îsraîlê ya ser bi Netewên Yekgirtî ragihand ku rewşa deverê jiber êrîşên du alî aloze û lazime ev rewşa han were normalkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku eger êrîşên du alî neyên rawestandin vê bêgoman dever ber bi şereke bêdawî ve biçe.
Ji aliyeke din ve biryare îro civata ewlekarî ya NY civîneke taybet bo şîrove kirina rewşa aloz ya deverê bicive.
Weke tê zanîn ev çend roje di navbera Îsraîl û Felestînê de dîsa alozî derketine, çekdarên Hemasê êrîşî ser Îsraîlê dikin û Îsraîl jî bersifa êrîşan dide.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin