Hijmara pêketiyan nêzî 160 miliyon kese

heta niha 3 miliyon û 300 hezar kesan canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

 

Hijmara herî zêde ya berketiyan li Amerîkayê hatiye tomarkirin.

Li gor raporteke zanîngeha Johns Hopkinsê heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 158 miliyon û 517 hezar û 386 kes bi Koronayê ketine.

Zanîngehê herwiha diyar kiriye ku heta niha li seraserê cîhanê bi giştî 3 miliyon û 300 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Hem di warê pêketinê û him jî di warê mirinê de hijmarên herî zêde li Amerîkayê hatine tomarkirin.

Li Amerîkayê 32 miliyon û 700 hezar kes bi Koronayê ketine û 582 hezar û 37 kes jî canê xwe ji dest dane.

Piştî Amerîkayê her yek ji Hindistan û Brazîliyayê jî di rêzên duyem û sêyem dene.

N: E: G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.