Wezareta tendirostî ya Îraqê dibêje em nikarin vê karî bikin

dibêje hikûmet dixwaze cerbandingeheke nû ava bike.
عێراق
کوردستان TV
100%

Dibêje karînên me bo diyar kirina cureya Hindî ya Koronayê tunene.

Birêveberê giştî yê tendirostî li wezareta tendirostî ya Îraqê Riyaz Ebdulemîr ragihand ku wezareta tendirostî ya Îraqê nikare cureya nû ya Koronayê diyar bike.

Riyaz Ebdulemîr eşkere kiriye ku ti karîn û îmkanên pêwîst li berdest wezareta tendirostî tunene ku bikaribe cureya nû ya Koronayê ya Hindî diyar bike.

Nav hatî diyar kiriye ku hikûmet hewl dide daku cerbandingeheke nû bo vê mebestê ava bike û em weke wezareta tendirostî niha li bendêne ku ev cerbandingeha nû bikeve kar.

Weke tê zanîn duhê 399 welatiyên Îraqî ji Hindistanê hatibûn vegerandin û derketibû ku 83 ji wan bi Koronayê ketine.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.