Di nava du hefteyan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku operasiyonên girtin û binçav kirinê yên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Kurd li seraserê Rojhilatê Kurdistanê berdewamin.
Li gor daxunaiya Hengawê bi tenê di nava 2 hefteyan de li Sine, Merîwan, Urmiye, Mehabad û Pîranşarê de 27 welatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
16 ji wan welatiyan li parêzgeha Sine, 4 li Merîwan, 3 li Pîranşar û 2 li Urmiye û ewin din jî li Mehabad û bajarên din hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin