Hêzên pêşmerge jî bersifa êrîşê dane.
Li gor zaniyariyên berdest duhê bişev gerîlayên PKK li devera Biradostê ya ser bi Sîdekan li Bakûrê Hewlêrê êrîşî ser xaleke hêzên pêşmerge kirine û hêzên pêşmerge jî bersifa êrîşê dane.
Di vê derbarê de Fermandarê lîwaya Helgurd Behram Yasîn ragihand ku duhê bi şev endamên PKK bi çeka arpîç ( bîsfîng) êrîşî ser xaleke hêzên pêşmerge ya ser bi lîwaya Balek ya li gira Xîvetê kirine.
Yasîn eşkere kiriye ku hêzên pêşmerge jî demûdest bersifa êrîşa PKKê dane û ti zirareke canî ber hêzên pêşmerge neketiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin