Wezîrên berevanî yên Îraq û Tirkiyeyê bi rêya telefûnê axefîn.
Li gor daxuyaniyeke wezareta berevanî ya Tirkiyeyê wezîrê berevanî yê vê welatî Xilûsî Akar bi rêya telefûnê peywendî bi hevpîşeyê xwe yê Îraqê Cume Enad ve kiriye.
Di peywendiya han ya telefûnî de her du alî behsa çend mijaran bi taybetî operasiyonên dawî yên Tirkiyeyê yên di nava axa Îraqê de û rewşa deverên sînorî kirine.
Her di heman peywendiya han ya telefûnî de Xilûsî Akar ji hevpîşeyê xwe yê Îraqî re gotiye ku Tirkiye rêz ji serweriya Îraqê re digire û çavê Tirkiyeyê ne li axa ti welateke cîrane.
Akar eşkere kiriye armanca yekane ya Tirkiyeyê nehêştina PKKê ye ku li deverê de bicîh bûye û zêdetir ji 40 salane 40 hezar kes kuştine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin