Serokwezîr li gel Serokê parlementoya Îraqê civiya

behsa çareser kirina kêşeyên heyî li gor destûrê kirin.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand:

Îro duşem 3 Gulana 2021 me pêşwaziya Serokê Parlementoya Îraqê û Serokê partiya Teqedum Mihemed Helbûsî û şanda pêre kir.

Di civînê de me behsa rewşa dawî ya Îraq û deverê kir, bi taybetî amadekariyên hilbijartinên pêş yên Îraqê û girîngiya derfet xweş kirin li berdem hilbijartineke paqêj û azad ku maf û xwestekên tevahiya pêkhateyên Îraqê dabîn bike.

Me herwiha tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî bi awayek ku hertimî û li ser esasê destûrê be kir.

Di berdewamia civînê de me behsa metirsiyên terorê bi giştî û gefên DIŞI kir ku li çend deverên Îraqê bûne sedema gefên rastîn bo ser jiyana xelk û di vê derbarê de tekez li ser girîngiya hemahengiya ewlekarî di navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê û yek xistina tevahiya hêz û karînan bo pêşî girtin ji gef û metirsiyên terorê kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.