Vekişandina hêzên Amerîkî yên li Efxanistanê bi fermî dest pê dike

Biden gotibû di meha Îlonê de vedikêşin.
کوردستان TV
100%

Li gor karbidestên leşkerîya Amerîka û Qesra Spî, Amerîka û NATO'yê îro Şemîyê bi fermî dest bi vekişandina hêzên xwe yên paşîn yên li Efxanistanê kirine.

Serokê Amerîka Joe Biden 1'ê Gulanê wek roja fermî destnîşan kiribû da ku hêzên mayî dê dest bi vekişînê bikin, artêşê di hefteyên dawî de alavên xwe ji welêt derdixestin.

Li Efxanistanê di navbera 2.500-3.500 hêzên Amerîkî û bi qasî 7.000 yên NATO hene, ku hêzên herî dawîn jî ewê di dawrîya havînê de ji welat derkeve.

Hêzên ewlehîyên Efxanî jiber îhtîmala êrîşên dijî leşkeran yên ji hêla Talîbanê ku ew pêyvajoya vekişînê temam dikin, asta pîvanên ewlehîyê xurttir kirine.

Li Efxanîstanê, bi vekişina hêzên Amerîka û NATO'yê, serdema nû ya nezelaliyê dest pê dike.

Amerîka û hevalbendên NATO'yê di 7'ê Cotmeha 2001'an de ketin welatê Asya Başûr, da ku berpirsên 11'ê Îlona 2001'an yên el-Qaîde'yê bibînin, yên êrîşên terorîstî yên dijî Amerîka ku ji hêla rêberên Talîban yên Efxanistanê ve dihatin parastin.

Projeya Lêçûnên Şer ya li Zanîngeha Brown ragihand ku di şerê 20 salî de zêdeyî 47.240 sivîlên Efxanî û herwiha di navbera 66.000 û 69.000 leşkerên Afganî, hatine kuştin.

Li gor Berevanîya Amerîka, 2442 hêzên Amerîkî û 3800 karmendên ewlehîya taybet yên Amerîkî hatine kuştin.

Ji welatên NATO'yê jî zêdetirî 1.140 leşker hatine kuştin.

Projeya Lêçûnên Şer dibêje ku Amerîka di pêyvajoya şer de, li Efxanîstanê zêdeyî 2 trîlyon dolar xerc kiriye.

Bi destkarî ve ji voayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.