21 girtî ji girtîgeheke Îraqê reviyan

hinek ji wan hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Jiber teror û madeyên hişber hatibûn girtin.

Jêdereke ewlekarî li Parêzgeha Musenayê ji çapemeniya Îraqê re ragihandiye ku îro 21 girtî ji girtîgeha bajarokê Hîlal ya li parêzgeha Musenayê reviyane.

Ev girtiyên ku karîne ji girtîgehê birevin, jiber teror û madeyên hişber hatibûn girtin û cezakirin.

Ji aliyeke din ve Serokê hikûmeta xwecîhî ya Musenayê Ehmed Menfî ragihandiye ku piştî bûyerê, hêzên ewlekarî yên Îraqê dest bi operasiyonek kirine û karîne hinek ji wan kesên ku reviyane dîsa binçav bikin û operasiyon bo girtina reviyên din jî berdewamin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.