Derbarê êrîşa DIŞIê de peyamek belav kir.
Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê êrîşa terorîstên DIŞIê yaku li Pirdê bo ser çeperên hêzên pêşmerge pêk anîne peyamek belav kir ku, ew jî naveroka peyamê ye:
Direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li devera Pirdê êrîşî ser çeperên hêzên pêşmerge kirin, di encama êrîşa han de yaku li nêzî gundê Qaya Başî ya li nêzî Pirdê ser bi parêzgeha Kerûkê de, pêk hatiye, 3 pêşmerge ku bi qehremanî bersifa êrîşê dane, şehdî bûne, sersaxî didim malbet û kesûkarên wan her sê şehîdan û hêviya bilez başûnê jî bo birîndaran dixwazim.
Me bi dehan caran parlement û hikûmeta fedralî û herwiha hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ji dubare bihêz bûna DIŞIê agehdar kirine û ji wan re gotiye: DIŞI fêde ji valatiya ewlekarî ya li deverên devrveya îdareya Kurdistanê werdigire û xwe bihêz dike. Ew êrîşa duhê bişev bo ser hêzên pêşmerge hevdem bûye li gel çend êrîşên din yên terorîstên DIŞIê li deverên din de.
Liwir careke din daxwaz ji parlemento û hikûmeta fedralî û hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê dikin ku kar li ser ava kirina hêzeke hevbeş ya ji pêşmerge û artêşa Îraqê bo dagirtina valatiya heyî li wan deveran bikin, daku careke din ev deverên han weke korîdorek bo liv û tevgerên terorîstên DIŞIê nemîne, jiber ku ev yek metirsiyeke gelek mezine li ser Kurdistan û tevahiya Îraqê, gefe li ser ewlekariya tevahiya deverên û cîhanê jî.
Kurdistan amadeye bo her cure hevkariyek bo ava kirina bilez ya hêza hevbeş û pêşkêş kirina her cure hemahengiyekê.
Serokê herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî
1/5/2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin