Fermandarekî hêzên pêşmerge derbarê pevçûna navbera DIŞI û pêşmerge de ji Kurdistantv re peyvî.
Fermandarê hêzên pêşmerge yên li mihwera Rojavayê Kerkûkê, Nûrî Heme Elî di daxuyaniyeke taybet de derbarê êrîşa terorîstên DIŞIê de ya li Pirdê bo ser hêzên pêşmerge, ji Kurdistantv re ragihand ku, terorîstên DIŞIê ev êrîş di silsile çiyayên navbera Pirdê û Dûbizê pêk anîne.
Nûrî Heme Elî eşkere kiriye ku, terorîstên DIŞIê ji çend aliyan ve êrîşî ser hêzên pêşmerge kirine, çekên haven, BKC û çekdên din jî birkar anîne.
Nav hatî eşkere kiriye ku hêzên pêşmerge jî bi dijwarî bersifa êrîşa han dane, êrîş têk birine û niha rewş di kontrola hêzên pêşmerge deye.
Nav hatî ev yek eşkere kiriye ku cîhê ku terorîst têde êrîş pêk anîne, nêzî çeperên artêşa Îraqê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin