Antî teror: Rewş di kontrola Pêşmerge deye

dibêje pêşmerge rewşa deverê kontrol kiriye.
کوردستان TV
100%

 

Hêza antî teror ya Kurdistanê derbarê pevçûnên li Pirdê de daxuyaniyek weşand.

Hêza antî teror ya Kurdistanê derbarê pevçûnên li Pirdê di navbera hêzên pêşmerge û terorîstên DIŞIê de daxuyaniyek belav kiriye û têde diyar kiriye, ku berbanga îro şemî, terorîstên DIŞIê li bilindahiyên gundê Pirkan ya ser bi Pirdê êrîşî ser çeperên hêzên pêşmerge kirine.

Hêzên pêşmerge jî demû dest bersifa êrîşa terorîstan dane û êrîş têk birine, niha rewşa deverê aram û di kontrola hêzên pêşmerge deye.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.