Serok Barzanî li gel Serokkomarê Îraqê civiya

behsa têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê jî kirin.
سەرۆك بارزانی و سەرۆك كۆماری عێراق
کوردستان TV
100%

 

Di civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Serokkomarê Îraqê Berhem Salih kir.

Di civînê de giftûgo derbarê pêşhatên dawî yên siyasî yên li Îraqê hate kirin û her du alî nêrînên xwe li dor prosesa siyasiya Îraqê, hêlbijartinên pêş yên Îraqê û metirsiyên berdem prosesa siyasiya Îraqê diyar kirin.

Di berdewamiya civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û balkêşandine ser vê yekê ku çareser kirina kêşeyan vê bibe sedema amariyê û vejandina tevahiya kertên jiyanê li Îraqê de.

Rewşa herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera aliyên siyasî yên Kurdistanê mijareke din ya vê hevdîtinê bûn.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.