Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 123 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine û 14 kesan jî jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku mirine; 2 mêr û jinek ji Hesekê, 2 mêr û 3 jin ji Qamişloyê, 4 mêr û jinek ji Tebqayê û mêrek ji Dêrazorê ne.
Mustefa piştrast kir ku 123 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, ew jî 71 mêr û 52 jin û li van herêman in:
Hesekê: 40
Qamişlo: 16
Dêrik: 8
Dirbêsiyê: 3
Amûdê: 1
Girkê Legê: 3
Kobanê: 1
Reqa: 13
Tebqa: 33
Minbic: 1
Kampa Roj: 4
Mistefa da zanîn ku rewşa 20 pêketiyên vîrusa Koronayê jî baş bûye.
Bi van daneyan re hejmara giştî ya pêketiyên Koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 15 hezar û 796 kesan, ji wan 571 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 606 kes jî baş bûne.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin