Li Îraqê dîsa qedexeya hatûçûnê tê ragihandin

qedexe heta hefteyek piştî cejnê berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

 

Vê du hefteyan qedexe be.

Wezareta tendirostî ya Îraqê belav kiriye ku jiber zêde bûna hijmara berketiyên Koronayê, biryar hatiye dayîn daku li Îraqê bo dema du hefteyan qedexeya hatûçûnê ya seraserê were ragihandin.

Ev qedexe hefteyek beriya cejnê destpê dike û heta hefteyek piştî cejna Remezanê berdewam dibe.

Ji aliyeke din ve duhê wezareta tendirostî ya Îraqê ragihandibû ku di nava 24 seatên derbasbûyî de 6 hezar û 858 kes bi Koronayê ketine û 44 kesên din jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.