Hîndistan bi hejmara pêketinên Korona li ser hev rekorê dişikîne

rojane zêdetir ji 340 hezar kes bi koronayê dikevin.
کوردستان TV
100%

Hîndistan jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona bi rewişeke dijwar re rûbirû maye.

Jêderên saxlemiyê diyar dikin ku hejmara pêketinên vîrusa korona roj bi roj zêde dibin û li ser hev rekorê dişkînin.

Wezîrê Saxlemî yê Hîndistanê roja Yekşemê dîyar kir ku di 24 saetên dawî de 349,691 pêketinên vîrusa korona hatine tomar kirin ku ew hejmar roja Şemîyê 314,835 bû.

Serokwezîrê Hîndistanê Narendra Modi di banga gel ya mehane de got ku vîrusa korona welat hejandiye.

Hin karbidestên saxlemîyê dibêjin ku ew hejmarên fermî yên hatine ragihandin dibe ku ji hejmarên rastî yên pêketinan kêmtir bin.

Jiber pêkêtinên vîrusa korona li nexweşxaneyên Hîndistanê pêdiviya oksîjenê çêbûye.

Qesira Sipî roja Yekşemê ragihand ku ewê Amerîka ji testên vîrusa korona heta kelûpelên parastinê hin alîkarîyan bişîne Hindistanê.

Ji dengê amerîkayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.