Serokwezîrê Ermenistanê dev ji kar berda

di meha hezîranê de hilbijartin tê kirin.
کوردستان TV
100%

Vê hilbijartinên pêşwext werin kirin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan, ji erka xwe istîfa kir da ku hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext li welêt werin lidarxistin.

Nîkol Paşinyan di peyama xwe ya îstîfakirinê de wiha got: "Ji bo hilbijartinên parlamentoyê yên neasayî di 20`ê Hezîranê de li welêt werin lidarxistin, ez îstîfa dikim."

Paşinyan ragihandibû ku hilbijartinên parlamentoyê yên pêşwext li Ermenistanê di 20`ê Hezîrana 2021`an de dê werin lidarxistin û destnîşan kiribû ku ew ê di Nîsanê de bi awayekî fermî ji erka xwe îstîfa bike.

Weke tê zanîn piştî şerê navçeya Qerebaxê jî zextên gelek zêde li ser Serokwezîr hebûn ku dev ji karê xwe berde, lê berxweda û îro bi fermî ragihand ku bo dev ji kar berdaye û amadekarî bo hilbijartinên pêşwext dikin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.