Peyamek derbarê bûyera agir berbûnê peyamek belav kir.
Serok Barzanî derbarê bûyera agir berbûnê li nexweşxaneya Ebnî Xetîb ya li Bexdayê yaku taybete bi nexweşên Koronayê peyamek belav kiriye.
Serok Barzanî di peyama xwe de nivîsandiye; Nûçeya bûyera biêş ya agir berbûnê li nexweşxaneya Ebnî Xetîb li Bexdayê ku bûye sedema can ji dest dana hijmarek welatî û birîndar bûna hijmareke din ji welatiyan min dilgiran kir.
Sersaxî didim malbet û kesûkarên qurbaniyan, xwe bi hevbeşê xema wan dizanim û hêviya başbûna bilez ya birîndaran jî dixwazim.
Mesûd Barzanî
25/4/2021
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin