Li Sine 4 çalakvanên Kurd hatin girtin

beşdarî di kempîneke xêrxwazî de kirine.
کوردستان TV
100%

Ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatine girtin.
Duhê li bajarê Sine ya li Rojhilatê Kurdistanê, hêzên Îtlaata Îranê li dijî çalakvanên Kurd operasiyonek lidar xistin û di encama operasiyonê de 4 çalakvanên Kurd hatin girtin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê ev 4 çalakvanên Kurd endamên saziyeke xêrxwazîne û beşdarî di kempîneke kom kirina hevkariyan bo kesên xizan kirine lewre ji aliyê Îtlaata Îranê ve hatine girtin.
Hengawê ev yek eşkere kiriye ku di dema operasiyonê de, hêzên Îtlaatê di nava malên wan çalakvanan de teftîş kirine û dest danîne ser tişt û amûrên wan yên taybetî jî.
N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.