Amerîka: Emê komkujiyê weke genocide binasin

vê îro bi fermî vê yekê bo raya giştî ragehîne.
کوردستان TV
100%

Vê îro Amerîka bi fermî vê yekê bo raya giştî ya cîhanê eşkere bike.

Wezareta derve ya Amerîkayê ragihandiye ku vê îro Serokê Amerîkayê Jeo Biden di gotara xwe de bi fermî genocide kirina Ermeniyan binasîne.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê, vê îro 24 Nîsanê, Amerîka bi fermî komkujiya sala 1915an yaku ji aliyê Osmaniyan ve li dijî Eremeniyan hatiye pêkanîn, weke genocide binasîne.

Ev di demekê deye ku Biden di dema hilbijartinan de soz dabû ku komkujiyê weke genocide binasîne.

Weke tê zanîn duhê jî Biden û Erdogan bi telefûnê axefî bûn û hin aliyên çapemeniyê besa vê yekê kirin ku di peywendiya han ya telefûnî de Biden ji Erdogan re gotiye ku vê komkujiyê weke genocide binasîne.

Di sala 1915an de Osmaniyan êrîşî ser Ermeniyan kirin û nêzî yek miliyon Ermenî qetil kirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.