Pevçûneke leşkerî qewmiye.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan y Hengawê li nêzî bajarê Merîwan ya li Rojhilatê Kurdistanê, di navbera komeke çekdar û spaha pasdaran ya Îranê de pevçûneke leşkerî qewmiye.
Ev pevçûn ku seat 8ê şeva derbasbûyî li bilindahiyên gundê Çinare ya ser bi Merîwanê ve çû bûye, bûye sedema kuştin û birîndar bûne hijmareke leşkerên Îranî.
Li gor zaniyariyên ku Hengawê belav kirine, di encama pevçûnê de 2 leşkerên Îranî hatine kuştin û çend leşkerên din jî birîndar bûne.
Herwiha hate zanîn ku kopterên Îranî îro pêncşem li asmana deverê zivirîne û heta niha ti aliyeke Kurdî jî berpirsiyartiya xwe li ser vê şerê ra negehandiye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin