Dibêje dema ku dem hat emê bersif bidin.
Peyvdarê wezareta berevaniya Amerîkayê John Kirby di preskonferansekê de behsa vekêşîna leşkerên Amerîkî ji Efxanistanê û êrîşa mûşekî ya bo ser Hewlêrê kir.
John Kirby diyar kir ku vê Amerîka hêzên xwe ji Efxanistanê vekêşe û mijara şandina hêzên antî terorê yên Amerîkî bo Efxanistanê ne di rojevê deye.
Kirby di berdewamiya axaftinên xwe de behsa êrîşên ser Hewlêrê jî kiriye û ragihandiye ku ev êrîşên han bê bersif nabin û dema ku wextê xwe hat emê bi rêbazên xwe yên taybet bersifa wan êrîşan bidin.
N: E: G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin