Di operasyona têkoşîna li dijî gendeliyê de 10 kes hatin girtin.
Operasyona têkoşîna li dijî gendeliyê ya ku QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin, berdewam dike û di encamê de şaneyek ji 10 kesan hate girtin.
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) operasyona têkoşîna li dijî gendeliyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dabû destpêkirin.
Di encama operasyonê û lêpirsînên ku hatine çêkirin de, sûcên bertîl, sextekariya belgeyan, çêkirina belgeyên sexte û dizî eşkere bûn û bi wê re 10 kes hatin girtin û sewqî dadgehê hatin kirin.
Di vê dawiyê de jî, li Qamişlo û Hesekê kesên ku di saziyên QSD’ê de kar dikirin û di nava şaneyan de kar dikirin hatin girtin, ew jî ev in; D.R.E, S.E.H, A.O.Ş, M.E.H, G.U.E, K.C.R, D.Ş.Î, S.E.H.S, Î.D.M, Ş.M.T.S. Piştî ku ev kesên ku sûc dikirin hatine girtin, sewqî dadgehê hatin kirin.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin