Serokwezîr li gel Serokê tîma lêkolînên tawanên DIŞIê civiya

bûye dozgerê giştî yê dadgeha navnetewî ya tawanan.
کوردستان TV
100%

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê berê yê tîma lêkolînên tawanên DIŞIê û dozgerê giştî yê nû yê dadgeha navnetewî ya tawanan civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî wisa nivîsand:

Îro duşem 19ê Nîsana 2021an me pêşwaziya Şêwirmendê taybetî û Serokê tîma lêkolînên navnetewî li ser tawanên DIŞIê Kerîm, Esed Ehmed Xan kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê pêngavên prosesa dadgehî kirina Tawanbarên DIŞIê û hemahengiya desthilata dadwerî û dezgehên têkildar yên hikûmeta herêma Kurdistanê û hewlên amadekirina proje qanûna taybet bi dadgeha tawanbarên taybet bi tawanên DIŞIê li herêma Kurdistanê de hate kirin.

Şêwirmendê taybet û Serokê tîma lêkolînên navnetewî li ser tawanên DIŞIê, stayîşa hemahengiya hikûmeta herêma Kurdistanê û piştgîriyên Serokê hikûmetê ji kar û pîwerdariyên tîma UNITAD û pergala dadweriyê kir û ezmûna herêma Kurdistanê di vê warî de weke mînakeke serkeftî li deverê de wesif kir.

Di berdewamiya civînê de me jî spasiya Şêwirmendê taybet û Serokê tîma UNITAD kir jiber dema kar kirinê li Îraq û herêma Kurdistanê bo bidest anîna dadmendiyê bo qurbaniyên tawanên DIŞIê û qerebû kirina kesûkarên wan.

Me herwiha pîrozbayî li nav hatî kir ku weke dozgerê giştî li dadgeha navnetewî ya tawanan hatiye hilbijartin û hêviya serkeftinê jî di pîwerdariya nû de jê re xwest.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.