Îran: Arşîva me hatiye dizîn

dibêje kesê ku destê xwe di teqînê de hebûye ji Îranê reviyaye.
کوردستان TV
100%

Dibêje di nava salekê de çend bûyerên mezin çê bûne.

Şêwirmendê Rêberê şoreşa Îranê û Sekreterê civata diyar kirina berejwendiyên rejîma Îranê

Muhsên Rezayî ragihand ku arşîva etomî ya Îranê hatiye dizîn.

Rezayî eşkere kiriye ku di nava salekê de derbarê bernameya etomiya Îranê ge çend bûyerên giran qewmîne û ev bûyerên han bûne sedem daku kêşeya ewlekarî li Îranê derkeve.

Rezayî diyar kiriye ku piştî teqînê li navenda etomî ya Netenzê, pirestîja me hejiyaye jiber ku arşîva etomiya Îranê jî hatiye dizîn.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Îranê behsa vê yekê kiriye ev kesê ku teqîn derbasî navenda etomî ya netenzê kiriye, û pişt re jî teqîn çê bûye, ji Îranê reviyaye.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.