Li Kurdistanê 15 kesên din canê xwe ji dest dan

406 berketiyên berê jî baş bûne.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji hezar û 200 kesên din bi Koronayê ketin.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê 1228 kesên din bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî û Dihukê hatiye tomarkirin ku 442 û 477 kese, li Hewlêrê jî 179 kes bi Koronayê ketine.

Wezaretê diyar kiriye ku di nava heman demê de 406 berketiyên berê jî baş bûne û 15 kes jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.