Li ser sînorên navbera Bosna û Korvatiyayê ev yek çê dibe.
Dezgeha Lûtke yaku taybete bi karûbarên Koçberan ragihand ku piştî lêkolînên wan, derketiye ku li ser sînorên navbera Bosna û Korvatiyayê polîs destdirêjî li ser jin û zilamên koçber dikin yên ku dixwazin biçin Ewrûpayê.
Lûtkeyê belav kiriye ku wan derbarê bûyerê de lêkolîn kirine û derketiye ku Polîsên Korvatî, li ser sînor destdirêjî li ser koçberan dikin, pere û tiştên wan yên buha ji wan distînin û eşkence li wan dikin.
Dezgehê gotinên hin koçberên ku rastî destdirêjiyê hatine belav kiriye û nivîsandiye; Yek ji koçberên ku bi çavên xwe bûyerên han dîtine dibêje, ji bilî destdirêjiya cinsî bo ser jinan, zilaman jî rût dikin, eşkence li wan dikin û eger koçber daxwazên polîsan cîhbicîh nekin vê ji aliyê polîs ve têne eşkencekirin û bi rûtî ber bi Bosnayê ve têne şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin