Teqîn li navenda etomî ya Netenz ya Îranê çê bûye.
Piştî ku di dawiya hefteya derbasbûyî de li navenda etomî ya Netenz ya Îranê teqînek çê bû, gote gotên cuda li ser bûyerê hatin kirin.
Di destpêkê de rayedarên Îranî diyar kirin ku teqîn jiber pirsgirêke teknîkî çê bûye, pişt re jî gotin êrîşeke eliktironîkî bûye ku ji aliyê Îsraîlê ve pêk hatiye.
Pişt re jî hin jêderên çapemeniyê yên Rojavayî diyar kirin ku ev êrîş ji aliyê îstîxbarata Îsraîlê ve pêk hatiye.
Îro jî rojnameya New York Times diyar kiriye ku ev teqîn di encama teqandina bombeyeke vedayî li navenda etomî ya Netenzê pêk hatiye.
Ji aliyeke din ve Serokwezîrê Îsraîlê jî dibêje ku Îran metirsiya herî mezine bo ser asayîş û ewlekariya deverê û lazime pêşiya Îranê were girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin