Li girtîgeha Urmiyeyê girtiye.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, jineke Kurd ew 20 sale li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê li hêviya îdam kirina xwe ye.
Hengawê diyar kiriye ku ev jina Kurd ya temen 64 sal, beriya 20 salan dema xwestiye berevanî ji xwe bike, kesek kuştiye. Pişt re hatiye girtin û ev 20 sale li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê girtiye.
Beriya 20 salan dadgeh bi hinceta kuştina kesekî, cezaya îdam kirinê ji jina Kurd ya bi navê Muhebet Mehmûdî der kiriye, ev 18 sale Mehmûdî di nava girtîgehê de nikare bi kesûkarên xwe re jî bide bistîne û hevdîtinan pêk bîne û li hêviya cîhbicîh kirina biryara îdamê ye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin