Li Misirê bajareke kevnar hate dîtin

di serdema împeratoriyeta Misirê de hatiye avakirin.
کوردستان TV
100%

Dîroka vê bo beriya 3 hezar salan vedigere.

Fermangeha şûnvarên dîrkî ya Misirê belav kiriye ku Erdkologên Misirî piştî hin lêkolînên erdkolojîkî karîne bajareke kevnar li vê welatî keşif bikin.

Li gor daxuyaniya fermangeha şûnvarên dîrokî ya Misirê dîroka vê bajara han vedigere bo beriya 3 hezar û 400 salan û ev duyemîn şûnvarê herî girîng ya Misirê ye.

Fermangehê diyar kiriye ku gora Fîrewin Misirî Tûn Enex Amûn şûnvara herî kevnar ya Misirê bû û piştî dîtina bajarê han ev şûnvar bûye duyemîn şûnvara dîrokî.

Ev bajarê han di serdema împeratoriyeta Misirê Amînhutepî sêyem de li devera Eqser beriya 3 hezar û 400 salan hatiye avakirin.

N: E. G

 

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.