Serok Barzanî li gel balyozê Indonesiayê civiya

Indonesia dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraq û deverê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Indonesiayê yê li Bexdayê Elmar Iwan Lubis kir.

Di civînê de ku Konsulusê Indonesiayê yê li Hewlêrê Zeynol Îdris Yûnis jî têde beşdar bû, balyozê Indonesiayê ecîbmayîna xwe ya li hember xwezaya ciwan ya Kurdistanê, aramî û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê diyar kir û ragihand ku Indonesia dixwaza têkiliyên xwe yên li gel Kurdistanê berfiretir û bihêztir bike û derfetên sermayegozarî yên li Kurdistanê binirxîne.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî jî spasiya şanda mêwan kir û piştîvaniya xwe jî ya bo berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Indonesiayê diyar kir.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.