Topbaran îro destpê kiriye û hîn jî berdewame.
Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku spaha pasdaran ya Îranê îro bêyî ku pêştir şêniyên deverê agehdar bike, dest kiriye bi topbaran kirina çiyayê Şaho ya li Hewramanê.
Hengawê eşkere kiriye ku topbaran bi dijwarî tê kirin û hîn jî berdewame.
Giraniya topbaranê li ser milê Hewara dola Şaho ya li zozanên navbera her du gundên Delemerz û Dêweznave.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin