Di demên derbasbûyî de li Silêmanî û Helebceyê êrîşî ser navendên PDKê hatibû kirin.
Îro komîteya karûbarên navxwe ya parlementoya Kurdistanê ragihand ku bi fermî dest kirine bi lêkolîn kirin li ser wan êrîşên ku li her du parêzgehên Silîmanî û Helebce li dijî navendên partiya demokrata Kurdistanê hatibûnkirin.
Şanda komîteya navxwe bo destpê kirina karên xwe îro serdana Silêmanî kir.
Weke tê zanîn di demên derbasbûyî de ji aliyê hin kesan ve hem li Silêmanî û him jî li Helebceyê êrîşî ser çend navendên PDKê hatibû kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin