Di mehekê de 44 kes hatine revandin

dibêje Tirkiye û cîhadî berdewamin li ser guhertina demografiya Efrînê.
کوردستان TV
100%

Li Efrînê ji aliyê cîhadiyan ve hatine revandin.

Navenda diyar kirin û ragihandin binpê kirina mafan ragihand ku Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, berdewamin li ser hewldanên xwe yên bo guhertina demografiya Efrînê û eşkence kirina şêniyên Kurd yên vê bajarê.

Li gor navenda han, tenê di meha Adarê de, 44 şêniyên Kurd yên Efrînê, ji aliyê artêşa Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve hatine revandin û heta niha jî çarenivîsa wan nediyare.

Weke tê zanîn artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve welatiyên Kurd bi awayekî rojane direvînin û bo azad kirina wan jî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.