Îraq petrolê dide Libnanê

rêkeftina esasî di sala 2019an de hatiye îmzekirin.
کوردستان TV
100%

Libnan jî xizmetgozariyên tendirostî dide Îraqê.
Di navbera her du wezîrên tendirostî yên Îraq û Libnanê de rêkeftinek hatiye îmzekirin.
Di rêkeftina han de hatiye diyarkirin ku, vê Libnan xizmetgozariyên tendirostî pêşkêşî wezareta tendirostî ya Îraqê bike û li hember de jî Îraq petrolê bide Libnanê.
Di civînê de ku li Libnanê hatiye lidarxistin û rêkeftin têde hatiye îmzekirin, aliyên têkildar yên Libnanî diyar kiriye, ku aliyên têkildar yên Îraqê serdana Libnanê kirine û wan ev daxwaza han ji Libnanê kiriye daku rêkeftin bikin û Îraq petrolê bide me û em jî xizmetgozariyên tendirostî bidin Îraqê.
Di navbera Îraq û Libnanê de di sala 2019an de rêkeftin hatiye îmzekirin û duhê jî ev xala han ( xizmetgozariyên tendirostî lihember petrolê) li ser hatiye zêdekirin.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.