Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 120 kesên din bi covid-19 ketin

heta niha bi giştî 382 kes canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 120 kes bi covid-19 ketine û 4 kesan jiyana xwe ji dest daye.

 Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye 2 jin û mêrek ji Hesekê û jinek ji Qamişlo ne.

Dr. Ciwan Mistefa teqez kir ku li herêmê 120 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine, ew jî 62 mêr in û 85 ji in û li van herêman in:

Hesekê: 32

Qamişlo: 32

Dêrik: 7

Dirbêsiyê: 3

Reqa: 12

Tebqa: 14

Rimêlan: 3

Çilaxa: 2

Kobanê: 1

Minbic: 4

Dêrazor: 10

Mistefa da zanîn ku 11 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 10 hezar û 179 kes bi vîrusa Koronayê ketine, ji wan 382 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 318 kes baş bûne.

Ji anhayê hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.