Qedexeya hatin bo Kurdistanê destpê kir

ev qedexeya han sê rojan berdewam dibe.
کوردستان TV
100%

Jiber belav bûna Koronayê ye.

Li gor biryara komîteya rûbirû bûna Koronayê û aliyên têkildar yên hikûmeta Kurdistanê, qedexeya hatin bo Kurdistanê ji seat 12 şeva derbasbûyî destpê kir.

Li gor biryara han, ji seat 12ê şeva derbasbûyî ve heta şeva şemî seat 12 kes nikare ji Parêzgehên Başûrê Îraqê serdana Kurdistanê bike.

Ev qedexeya han heta roja şemiyê berdewam dibe û aliyên têkildar jî daxwaz ji xelkê dikin pêbendî biryar û rêkarên tendirostî be.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.