Çend civîn û hevdîtinan pêk tîne.
Îro Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî li gel şandeke mezin ya Îraqî ber bi Siûdiyeyê ve birê ket.
Li gor jêderên çapemeniya Îraqê, îro şandeke mezin ya hikûmeta Îraqê ku têde hijmareke wezîr û endamên civata hevkariya Îraq û Siûdiyeyê beşdarin, bi Serokatiya Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ber bi Siûdiyeyê ve birê ket.
Biryare şanda Îraqî li gel rayedarên Siûdî çend civîn û hevdîtinan pêk bîne û giftûgo li ser çend mijarên hevbeş di navbera Îraq û Siûdiyeyê de bike.
Ji aliyeke din ve balyozê Îraqê yê li Siûdiyeyê, Ebdulezîz Şemerî jî ragihandiye ku ev serdana han gelek girînge, vê her du alî giftûgo li ser têkiliyên xwe û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina têkiliyên han bikin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin