Jiber zilma Sedam û rejîma wî gelê Kurd bi awayeke girseyî koç kir.
Di roja 31ê Adara 1991an de, gelê Kurdistanê jiber zilmên rejîma dîktator ya Besê û herwiha bo red kirina bindestî û jiyaneke nebaş, bi awayeke girseyî koç ber bi sînor û welatên cîran ve kir.
Ev koça han ya girseyî piştî raperîna mezin ya gelê Kurd bû, ev koça han weke referandûmek bû bo red kirina bindestî û bêîradeyî.
Îro 30 sal bi ser koça han ya girseyî re derbas dibe. Ev koça han bû sedem ku raya giştî ya cîhanê balê bide ser pirsa Kurd li başûrê Kurdistanê û herêma dije firîn ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve were ragihandin û bi vê rengî jî hêdî hêdî bingeha ava bûna herêma federal ya Kurdistanê hate avêtin.
M: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin