Komîteya rûbirû bûna Koronayê çend biryarên nû derkir.
Îro sêşem komîteya rûbirû bûna Koronayê derbarê çawetiya pêşî girtin ji zêdetir belav bûna Koronayê civiya.
Di civînê de nîqaş li ser şidandina rêkarên tendirostî hate kirin û biryar hate dayîn ku li tevahiya navendên xwendinê yên Kurdistanê de heta 10 meha Nîsanê prosesa xwendinê were rawestandin.
Herwiha biryar hatiye dayîn ku ji niha û pêde rojên pêncşeman betlanî be û ti dezgeheke fermî ya hikûmetê vekirî nabe.
Her di civînê de biryar hatiye dayîn ku di rojên pêncşem, în û şemiyan de hatûçû di navbera Kurdistanê û parêzgehên Îraqê de were rawestandin.
Herwiha tevahiya kafe, restorant û çayxaneyan jî ji seat 9 şevê heta 6ê sibê tên daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin