Mesrefên vegerandinê ji aliyê Serokwezîr ve tên dayîn.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Kurdistanê belav kiriye ku mixabin di rojên derbasbûyî de li welatê Korvatiyayê di encama bûyereke hatûçûyê de, 4 welatiyên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest dane û çend welatiyên din jî birîndar bûne.
Em hevdem ku sersaxî didin malbetên wan, radigehînin ku bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi stû girtina mesrefên vegerandina termên penaberan bo Rojavayê Kurdistanê, vê termên wan her çar koçberên Rojavayê Kurdistanê werin vegerandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin